Sereke

Li zona de’w û doza arsaxîya- azêrîya şev çi qewimîye?

Şeva derbazbûyî li zona dew û doza arsaxîya-azêrîya hal sert û qewîn maye, nehatîye guhartinê. Şebeqê li alîyên başûr, bakûr, bakûr-rohilatê û rohilatê dijmin destbi topbaranê kirîye.Ew hîmlî li beşa xetêye bakûr-rohilatê aktîve. “Bona kerkirina dijmin û teribandina planên wan, pareskerên Arsaxê li hemû alîya cabên anegor didin, bona ku halê opêratîvî-stratêcî bin kontrolêda xweykin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 12-ê cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 525 leşker û 31 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4919 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 168 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 514 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button