Sereke

“Beşer ya şerkarîyê ye û em hemû jî şidîyayîne”: telîmên leşkerên ku berê nava qulixêda bûne /vîdêyo/

Pêşîya çûyîna Arsaxê, telîm tên derbazkirinê. “Zînûj mêdîya”-ê vîdêyo belav kirîye, kîjanêda tê kifşê ku çawa merivên ku salên derbazbûyî qulixa xwe ser hevda anîne, lê niha bi banga welêt berev bûne û tevî telîma dibin.Fermandar û ofîsêrên anegor careke mayîn cûrê şerkarîyê tînin bîra wan. “Beşer ya şerkarîyê ye, em hemû jî şidîyayîne û hazir in herine li ser xeta pêşin”,-tevbûyekî telîma dibêje.Bi hesabhildana halê şêr, ders bi wedê kurt derbaz dibin, lê gelek tişt dikevine nava wan.Hemû jî pêşda qulix kirine û niha jî baş fem dikin,wekî wede kurt e, ew gerekê lez zanebûnên leşkerî bîr bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button