Sereke

Dijmin sîyasîya dîvêrsîyon ya nû pêşda kişandîye: Arsrûn Hovhannîsyan

Duh şebeqê, hêzên Adirbêcanê bi dirêjaya temamîya sînorê Arsaxê êrîşa berfireh destpê kirine. Êrîş bi taybetî li alîyê bakûr gur bûye.Piştî topbarankirina mezin, ew bi xebitandina têknîka zirihkirî êrîşa berfireh destpê kirine. Derheqa wê yekêda, wextê birfînga li Yêrêvanê, wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.”Şerên wî cûreyîye gur dema vî şerî gelekî hindik qewimîne”,-Hovhannîsyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî pareskerên Arsaxê ra li hev hatîye dijmin paşda bidin û zyana mezin bighînine wî.Pêşdaçûyîna dijmin tune. “Nenihêrî wê yekê, wekî van rojên dawî hêzên Adirbêcanê sîyasîya vî cûreyîye cesûsîyê û dîvêrsyîon li cîhên şêre cuda-cuda dicêribînin pêşda bên, ew aksîyayên înformasîyon mîyaser dikin, alên xwe li ber avahîyên cûre-cûre bilind dikin û şikilên xwe dikişînin, bona ku hukumê pisîxolocî bidine kifşê, lê berê ewlin li ser civaka xwe”,-wekîlê wezîretê gotîye. Bi gotina Hovhannîsyan, wextê opêrasîyonên leşkerî, piştî şikênandina potênsîyala êrîşkirinê û negihîştina açixîyê, gerekê înformasîyayên wî cûreyî raberî civaka Adirbêcanê nekin. Arsrûn Hovhannîsyan usa jî hinek melûmetî raber kirine, kîjan şedetîya gotinên wî didin. “Nava 14-15 rojada, sê-çar korpûsên leşkerîya azêrîya pêşda neçûne û ew nikarin pesinê xwe bidin.Her pêşezanekî navnetewî dikare gotina min îzbat bike”,-Hovhannîsyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî piştî vê yekê tenê dimîne ku bi komên dîvêrsîyon dizîva bikevine gundên cuda-cuda û li ber avahîya şikilê xwe bikişînin û piştî wê yekê jî wan şikila raberkin, ku giva yan ev gund yan jî bajar hildane destê xwe. Bi gotina Hovhannîsyan, hema li Hadrûtê bûyarên usa dibin, carina komên azêrîyaye dîvêrsîyon dizîva derbaz dibin. “Hêzên me dijî wana şer dikin, lê çawa ku ew cîh nava çîyada ye, mêşe hene, carina komên dîvêrsîyon derbazî Hadrûtê û gundên nêzîk dibin”,-ewî gotîye.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 13-ê cotmehê, seheta 1O:3O, rûyê agirkirinên dijmin da 532 leşker û 31 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 5139 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 18 teyare, 16 helîkoptêr, 173 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 521 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button