Sereke

Eskerê parastinê wê bi wan welatîyava bê zêdekirinê, li cem kîjana cêribandin û zanebûnên qulixa leşkerîye dewlemend hene: serokê Arsaxê

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye, wekî ew çûye merkeza nehîya Askêranê û tevî seroketîya nehîyê pirsên derheqa tevbûna rezedilvanaye tevî opêrasîyonên leşkerî gotûbêj kirine. “Serokê nehîyê gotîye,wekî li cem cimetê femdarîya cabdarîyêye bilind heye û xebatên teşkîlkirina komên rezedilvana baş derbaz dibin. Bi mesela Askêranê, li hemû nehîyên Arsaxê niha şuxulkarîya sazkirina komên rezedilvana tên mîyaserkirinê.Nava wedê nêzîkda û rojên nêzîkda , eskerê parastinê wê bi welatîyên meye bi cêribandin û zanebûnên qulixa leşkerîye profêsîyonal bên tamkirinê, tevbûna kîjana bi fikira min wê alî kardarîya opêrasîyonên leşkerên me bike”,-Harûtyûnyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button