Sereke

Gavên provokasîyone ji alîyê Adirbêcanêda yên hindava Ermenîstana serbixwe, wê encamên leşkerî- sîasîye anegor pêşda bînin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, ya ku girêdaîye cêribandina gavên agrêsîve dijî axa Komara Ermenîstanê:
“Wezîreta Ermenîstanêye parastinê îdî elam kirîye,wekî 14-ê cotmehê hêzên Adirbêcanê têknîka leşkerîye li nehîya Ermenîstanêye Vardênîsê, ya ku nobedarî dikir, kirine hedef.Alîyê Adirbêcanê menî girtîye ku giva wê têknîka leşkerî xwe hazir kirîye cîyên Adirbêcanêye binelîyên edilxe. Li ber çevaye, wekî Adirbêcan ne tenê naxweze agirbesta hûmanîtarî mîyaserke, ya ku bi înîsîyatîva serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, wezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der hatibû pêşdakişandinê, lê bi provokasîya Tirkîyayê eşkere dicedîne cêografîya dew û doza Qerebagê bide berfirehkirinê û pêra jî agrêsîyayê hindava Komara Ermenîstanê mîyaser dike.Hemû gavên alîyê Adirbêcanê wê layîqî bersiva anegor bibin,bi mecalên hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî.
Em cêribandina agrêsîya dijî axa Ermenîstanêye serbixwe guhnekar dikin û eşaretîyê didin, wekî gavên Adirbêcanêye provokasîyon wê encamên xirab pêşda bînin, cabdarîya kîjanê dikeve li ser seroketîya Adirbêcanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button