Sereke

Eva dewatkirina Rûsîyayêye nava şêr e: Solovyov derheqa lêxistina Ermenîstanê da

Xebatkarê têlêvîzyona rûsî Vladîmîr Solovyov difikire ku bi derba hindava Ermenîstanê da tê kifşê ku Rûsîyayê dewatî nava şêr dikin. Pêşda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kiribû, wekî hêzên azêrîya têknîka lekerîye li Ermenîstanê cîwarkirî kirine hedef û paşê elam kirine ku giva “wê têknîkê xwe hazir dikir ku cîh û warên binelîyên sîvîl bixe”.

“Min destpê kiriye şaş fem bikim? Orgenîzeya Peymana Bêqezyabûna Kolêktîv çî ye? Ermenîstan, ya ku tifaqdara me ye, bi parastina me da ye, yan na? Hêzên Adirbêcanê xwe mikur tên ku axa Ermenîstanê xistine. Ew serbara serda jî dibêjin ku ew bersiva sekinandinê ye… Dêmek, ew difikirin ku dikarin nava axa tifaqdara me da cîha bikine hedef”,- Solvyov wextê programa xwe gotîye. Ewî usa jî derheqa têma cîguhastina çekdarên kirêkirîye li Adirbêcanê xeberdaye.Bi gotina wî, Rûsîayê wededa li Sûrîyayê ew têrorîst tune kirine, lê niha ew ji sînorê Rûsîayê 80 kîlomêtrî dûrin. Solvyov hesab dike ku eva bona Rûsîayê şelmaq e. Dimîne tenê fem bikin ku serokê Adrbêcanê qayîlîya xwe daye vê yekê. Eger na, gelo ew hazir dibe baxşandinê bixweze? Solovyov elam dike ku Rûsîya gerekê bersiva wê yekê bide. Eger usa nîbe, wî çax tu kes wê nexweze bikeve bin bandora Rûsîayê. Eger ew nikare tifaqdara xwe biparêze, wî çax derheqa hukumê rûsîye nava têrîtoîya Sovyêta berêda xeberdan nikare hebe.

“Eger em îzinê didin ku dê-fakto hêlîna têrorîzmê hebe, ya ku hê saz nebûye, lê 80 kîlomêtirî dûrî sînorê me çekdarên teşkîletên qedexekirî berev kirine”,- Solovyov gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button