Sereke

Întêrnêtêda vîdêyo û wêneyên derheqa nêzîkbûnên bi barbarî, yên hindava dîlên ermenîda hatine belavkirinê: parêzerê mafên mêriv

Îro parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv du vîdêoyên derheqa nêzîkbûnên azêrîyaye barbarîye hindava dîlên ermenî dest anîne. Derheqa wê yekêda parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Wan vîdêyoyada leşkerên Adirbêcanê meriva nuxsan dikin û paşê bi barbarî dikujin. Leşkerên azêrî xwe mînanî barbara xweyî dikin.Ev vîdêyo îro bi kanalên azêrîya jî hatine belavkirinê. Paşê wezîreta Adirbêcanêye parastinê ew yek înkar kirîye û gotîye, wekî pêwendîyên tevî wan vîdêyoya tunene.Xêncî wê yekê destpê kirine wan vîdêyoya ji întêrnêtê derxin.Admînîstrasîya parezerê Ermenîstanêyî mafên mêriv wededa ew hemû tişt nivîsîne.Pêşekzanên admînîsrasîyayê rast ew cî kifş kirine, li kîderê ew tişt hatine kirinê.Tercima xeberdanê jî tevî vîdêyoyê hatîye kirinê. Vîdêyo û wêne îdî hatine xweykirinê çawa şedetîyên xirabkarîyên wextê şêr mîyaserkirî. Wê wana sibê şebeqê bişînine organên navnetewîra”,-Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button