Sereke

Tirkîya li Qerebagê leşkerên xwe û pareskerên Pakîstanêye mexsûs dide xebatê

Şedetîyên Ermenîstanêye konkrêt hene, wekî li Qerebagê têrorîstên ji Sûrîyayê anî tevî şêr dibin. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê programa rûsîye têlêvîzîyonêye “Rosîya sêgodnaya”-yê gotîye Dmîtrî Kîsêlyov. “Derheqa wê yekêda temamîya dinîyayê dibêje. Ew yek tiştekî girînge, ku bizanibin ku kê bona çi armancê opêrasîyonên leşkerî destpê kirine. Şedetîyên konkrêt hene, wekî çekdarên têrorîste ji Sûrîyayê anî, tevî şerên dijî Qerebagê dibin. Ew şedetî torên sosîyalîda hatine belavkirinê. Niha eyane,wekî Tirkîya sponsorê wî şerîyî serekeye.Tirkîyayê têrorîstên kirêkirî şandine zona dew û doz Qerebagê. Bin bandora Tirkîyayêda qirara derheqa êrîşa dijî Qerebagê hatîye qebûlkirinê”,-Paşînyan gotîye.Bi gotina Paşînyan, eskerê Adirbêcanê tenê nikare dijî eskerê Qerebagê şerke. Bo wê yekê jî Tirkîyayê qirar kirîye têrorîsta bide xebatê û bi xwe jî tevî opêrasîyonabe. “Anegorî hinek melûmetîya, usa jî komên eskerê Pakîstanêye mexsûs tevî opêrasîyona dibin. Bi fikira min tevbûna çekdaraye ji alîyê Tirkîyayêda li temamîya dinîyayê eşkerekirîye, çimkî hemû ajansên navnetewî derheqa wê yekêda dinivîsin”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button