Sereke

Qulixçîyen Ermenîstnêye leşkerî hatine şandinê Moskvayê, bona ku rastî dêlêgasîya Adirbêcanê bên:Bekû wextê rastatinê hazir nîbûye

Bi înîsîyatîva Rûsîyayê, Ermenîstanê qulixçîyen xweye leşkerî şandine Moskvayê, bona ku rastî wekîlên wezîreta Adirbêcanêye parastinê bên, bi armanca gotûbêjkirina mêxanîzma kontrolkirina agirbestêye li Qerebagê, lê Bekû ji wê gavê paşda sekinîye. Derheqa wê yekêda, êvara înîyê, berdewka Nîkol Paşînyanê serekwezîr Manê Gêvorgyanê elamî rojnemevanê TASS-ê kirîye.Yêrêvanê baş bersiva înîsîyatîva Fêdêrasîya Rûsîyayê daye û wekîlên wezîreta parastinê şandine Moskvayê bona ku rastî alîyê azêrîya bê.Lê belê, anegorî behsên me, Bekûyê bona rasthatinê wekîlên xwe neşandine.Ew yek dide kifşê, wekî Bekû ji pevketinên li Moskvayê destanî paşda disekine û bi înkarkirinê bersiva înîsîyatîva Fêdêrasîya Rûsîyayê dide”,- ewê gotîye. Bi gotina Gêvorgyanê, “Li Yêrêvanê ser wê fikirê ne, wekî Tirkîya îzinê nade ku wekîlên wezîreta Adirbêcanêye parastinê herine Moskvayê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button