Sereke

Bekûyê nava şeva derbazbûyîda înkar kirîye ku leşkerên xwe ji deşta şêr bide derxistinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Piştî destanîna pevketina derheqa îzbatkirina agirbesta hûmanîtarîye ji 18-ê cotmehêda, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, bi navçîgarîya komîtêya xaçê Sor cêribandin hatîye kirinê ku pevketinê dest bînin bona ku şev leşkerên birîndar ji deşta şêr derxin.
Feqet ev gav, ya ku anegorî pevketinên 17-ê cotmehê û usa jî 1O-ê cotmehê têra hatibû dîtinê, ji alîyê Bekûya resmîda hate înkarkirinê.Ev yek şedetîya wê yekê dide, wekî malbeta Elîyêvîya destê tirkada li herêmê bûye hacet, ya ku tenê bona xweykirina serokatîya xwe difikire, ji cimeta xwe ditirse wekî bona destpêkirina şêr û stendina zyaneke mezin gerekê cabdarîyê bikişîne, dicêribîne wedê ji rû bi rû sekinandina tevî rastîyê bide paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button