Sereke

9 dironên azêrîya hatine lêxistinê:2 li ser têrîtorîya Ermenîstanê

Li merkeza Ermenîstanêye înformasîyone yekbûyî, wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan halê li pêşenîyê raber kirîye.
Bi gotina wî, Adiribêcanê cara bi sirê banga adirbestê xweyî nekir.
“Sibeh zû, opêrasîyonên leşkerî dîsa li wan alîya berdewam kirin. Pêşda êrîş birine li ser alîyê bakûr, hatine hincirandinê û bêyî açixî hatine paşdadayînê, lê paşê li alîyê başûr êrîş kirin, careke mayîn hatine paşdaavîtinê, wextê kîjanê êpêce têknîka leşkerî, nava wanda gelek sîlih unda kirin”.
Bi gotina Hovhannîsyan, li alîkî mayîn nava encamê şerê gurda, hinekî pêşda livîyane.
Nava vî şerîda, yê ku gelekî gure û şerekî dijware, hinek xeta emê nedine kifşê. Eva şerê nisileta pêncaye”,-Hovhannîsyan gotîye û daye dîyarkirinê, ku pirsên wî cûreyî nedin.Hetanî duh êvarê seheta 2O:3O-î deqe neh dironên azêrîya hatine lêxistinê, ji kîjana dudu li ser têrîtorîya Ermenîstanê,- Hovhannîsyan gotîye.Bi gotina wî şer berdewame û li alîyê başûr gelekî gure.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button