Sereke

Azêrîya wêneyên serjêkirina leşkerê ermenî întêrnêtêda cîwar kirine: parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv derheqa wê yekêda înformasîya stendîye, wekî leşkerên Adirbêcanê du roj pêşda serê leşkerekî ermenî jê kirine. Derheqa wê yekêda Arman Tatoyanê parêzerê mafên mêriv, rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî 16-ê cotmehê, roj seheta yekê, azêrîkî birayê leşkerekî ermenîra têlêfon kirîye û gotîye, wekî birayê wî li cem wane û serê wî jê kirine paşê jî gotine ku wê wî şikilî biavêjine întêrnêtê. Piştî têlêfonkirinê çend sehet derbaz bûne û birayê wî leşkerî wêneyê birayê xwe malpera sosîyalîda dîtîye.
“Hema leşkerên azêrî jî ew wêne danîne malpera sosîyalî.Birayê leşkerê ermenî, du cara bi têlêfonê tevî wan axivîye û wî çaxî koma leşkerên azêrîya qerf lê kirine, cêribandine birayê leşkerê kuştî nuxsankin û wîra bi cûrekî berk xeberdane”,-Tatoyan nivîsîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî azêrîya bi têlêfona leşkerê kuştî birayê wîra têlêfon kirine. Eva mêtodên barbarî û yên têrorîstîye eyanin”,-parêzerê mafên mêriv nivîsîye. Parêzerê mafên mêriv bûyarên kuştina barbarîye wî cûreyî, yên ji alîyê azêrîyada mîyaserkirî, berev kirine. Ew bûyar tên berevkirinê û li sîstêmên navnetewî tên raberkirinê.Tatoyan dibêje, wekî mîyaserkirên wan xirabkarîya gerekê anegorî mafên navnetewî bêne cezakirinê. 15-ê cotmehê jî nava torên azêrîyaye sosîyalîda vîdêyo belav bibû, kîjanêda azêrîya du ermenîyên dîlketî bi barbarî dikuştin.Parêzerên Arsaxê û Ermenîstanêye mafên mêriv berbirî sîstêmên navnetewîye anegor bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button