Sereke

Kê 18-ê cotmehê dijmin çend kîlomêtra paşda avîtîye?

Adirbêcanê qirar kiribû bi êrîşeke lez û bi hukumê pisîxolocî li beşa sînore girîng parastin biqelaşta, lê ew yek jêra li hev nehatîye. 18-ê cotmehê azêrîya êrîşa bi tanka destpê kiribû. Derheqa wê yekêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê elam kirîye.
“Dijmin armanc danîbû pêşîya xwe ku bi êrîşa lez û bi hukumê pisîxolocî li cîyê sînorî girîng parastin biqelaşta.Bi saya profêsîyonalîzma ofîsêr Stêpan Gêvorgyan, Stanîslav Yêryomîn, Garîk Arakêlyan û gavên wane anegor, êrîş hatîye teribandinê û dijmin çend kîlomêtra paşda hatîye avîtinê”,- Stêpanyanê fêysbûkêda nivîsîye.
Wekîlê wezîreta parastinê Arsrûn Hovhannîsyan derheqa Stêpan Gêvorgyanê ofîsêrda gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ew lêgêndeke vî şerîye.
“Navê wî emê hê bîr bînin. Hema bi saya yên mînanî wî, emê serkevin. Hema li rex wî rezedilvan û şerkarên mayîn, şer bikin”,- Hovhannîsyan rûpelê xweda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button