Sereke

Li Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî rêzolyûsîya derheqa derxistina Tirkîyayêye ji NATO-ê hatîye raberkirinê

Komîsîya data Ermenîye li ŞAY-î ragîhandîye, wekî kongrêsmên Talsî Gabard li palata kongrêsêye Wekîla rêzolysîya raber kirîye, ya ku dewê dike, ku Tirkîyayê ji NATO-ê derxin.
Rêzolyûsîyayêda tê dîyarkirinê, wekî nava opêrasîyonên Adirbêcanêye leşkerîda, Enqere eşkere piştgirîya leşekrî dide Adirbêcanê.Hatîye dîyarkirinê, wekî serbara serda jî bona şerê dijî Arsaxê, Tirkîya têrorîsta tîne Adirbêcanê, yên ku “Al Qayda”-yê û DAÎŞ-va girêdayîne. Paşê derheqa teyara tirkaye F-16-da hatîy dîyarkirinê, ya ku Adirbêcanê dijî Ermenîstanê, usa jî dijî Arsaxê daye xebatê.
“Û Tirkîya vî hemû tiştî wî çaxî dike, wextê ku NATO bangî alîya dike,ku opêrasîyonên leşkerî bidine sekinadinê û pirsgirêkê bi rîya hevraxeberdana helkin”,- nava rêzolyûsîyayêda hatîye dîyarkirinê.Xudanên rêzolyûsîyayê usa jî gotine, wekî Kanadayê qirar kirîye, ku sîliha nede Tirkîyayê û gotîye wekî ew tevî opêrasîyonên leşkerî dibe, lê Tirkîyayê jî nerazîbûna xwe elam kir û da dîyarkirinê, wekî ew yek nava dorana qayîlnivîsarên welatên NATO-da tê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button