Sereke

Wextê mîtînga şikyatkirinê ya ermenîyên Parîzê nêzîkî 2O hezar merivî hazir bûne /vîdêyo/

Tevbûyên mîtîngê pêşda dengê xwe li ber parlamênta Fransîyayê bilind kirine û paşê berbi baylozxana Adirbêcanêye li Parîzê çûne.Nêzîkî 2O hezar merivî li ber avayê parlamênta Fransîyayê berev bibûn.Wekîla dîyaspora ermenîye li Fransîyayê Armînê Sargsyan-Kêpêkyanê gotîye wekî xêncî bajarên Fransîyayêye cuda-cuda, miletên mayîn jî tevî meşên şikyatkirinê bûne. Wekîlê Qibrisêyî parlamêntvan, serokê dîyaspora kurda, bi axavtinên xwe agrêsîya tirka-azêrîyaye dijî cimeta ermenî gunehkar kirine.
“Xêncî gotinên “Serbestîya Arsaxê naskin”, “Agrêsîya tirka-azêrîya gunehkarkin” û cêrge gotinên mayîn, usa jî gotina gunehkarkirina wezîrê Fransîyayêyî karên der hatîye bihîstinê, yê ku girêdayî pirsgirêka Arsaxêra xwe li ser tabîya nêytral girtibû. Dîyaspora ermenîyên Fransîyayê dewê ji Makronê serok dike, ku guhadrîyê bide ser elametîya wezîr, yê ku di navbera alîyada wekehevtîyê datîne”,- Armînê Sarsyan-Kêpêkyanê gotîye.Em bêjin, wekî wezîrê Fransîyayêyî karên der, dudê cotmehê wextê qisa tevî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der got, wekî Fransîya hazire nava karê dasekinandina dîyaloga bona pirsgirêka Qerebagê rola nêytral bilîze û pêra jî eşaretî daye wekî ew dew û doz dikare bibe ya navnetewî.

https://www.youtube.com/watch?v=__DwSqHUsms
Zêdetir nîşan bide
Back to top button