Sereke

Şêwira bajarê Fransîayêyî Vîênê bi yekdengî rêzolûsîya naskirina Arsaxê qebûl kiriye

Şêwira bajarê Fransîayêyî Vîênê bi yekdengî rêzolûsîya naskirina Komara Arsaxê qebûl kiriye. Cîgirê serokbajarê Vîênê Lêvon Sakûns fêysbûkêda nivîsîye ku şêwira bajêr usa jî bi banga xwe berbirî hukumata Fransîayê bûye ku Komara Arsaxê nas bikin.

«Şêwira bajarê Vîênê bi yekdengî rêzolûsîya naskirina Komara Arsaxê qebûl kiriye.Piştî şirovekirina hale şêrtî li wir û ji sala 2014-ada îzbatkirina pêwandiya di navbera Hadrûtê û Vîênêda, şêwira bajêr careke mayîn derheqa piştgiriya xweye hindava binelîyên edile zîyanketî elam dike û berbirî hukumata Fransîayê dibe ku Komara Arsaxê naske»,- Sakûns nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button