Sereke

Wezîrên Ermenîstanê û Arsaxêye karên der û parêzerên mafên mêriv encamên agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê raber kirine /vîdêyo/

19-ê cotmehê li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Arsaxêye karên der Zohrab Mnasakanyan, Masîs Mayîlyan û parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv Arman Tatoyan û Artak Bêglaryane tevî serokên wekîltîyên welatên dere dîplomatîye li Ermenîstanê û usa jî serkarên sîstêmên navnetewî derbaz bûye, armanca kîjanê ew bû, ku halê li zona dew û doza Qerebagê û encamên agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê bêne raberkirinê.
Parêzerê Arsaxêyî mafê mêriv Artak Bêglaryan raporta xwe raberî hazira kir û got, wekî hêzên azêrîyaye sîlihkirî binelîyên Arsaxêye edil û sîstêmên sîvîl dikine hedef. Artak Bêglaryan derheqa zyanêda raber kirîye.Ewî gotîye, wekî topbarankirina gund û bajara bi sîlihên bi konvênsîyayên navnetewî qedexekirî tên myîaserkirinê. Artak Bêglaryan guhdarîya hazira teglîfî li ser halê li Arsaxê pêşdahatî kirîye û gotîye, wekî ji alîyê Adirbêcanêda teribandinên pevketinên bona sekinandina agir, dikarin halekî xirab li Arsaxê pêşda bînin, rûyê çida dikarin nexweşî belavbin, çimkî cinyazên li deşta şêr, Adirbêcan berev nake.Bêglaryan usa jî derheqa nêzîkbûnên Adirbêcanêye hindava dîlên leşkerî, yên ku bi barbarî leşkerên dîlketî dizêrînin, usa jî binelîyên edil got û serda zêde kirîye wekî vîdêoyên wan nava torên sosîyalîda belavbûyîne.
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan derheqa wê yekêda xeberdaye ku çawa alîyê azêrîya rojnemevana dikine hedef. Tatoyan ev yek çawa xirabkarîya dijî xeber aza û mafê navnetewî qîmet kirîye.Wezîrê Arsaxêyî karên der Masîs Mayîlyan jî derheqa encamên agrêsîyayêye li ser binelîyên edil û milahîmkirina wanda xeberdaye.Ewî gotîye,wekî bona altkirina halê pêşdahatî gerekê civaka navnetewî û sîstêmên hûmanîtarî tevî vê prosêsê bibin.Masîs Mayîlyan gotîye,wekî normên qebûlkirî tên teribandinê û bona binelîyên Arsaxêye edil qezîya mezin pêşda tê.Wezîr daye kifşê, wekî rêya tek-tenê, ya ku dikare hal bide milahîmkirinê, naskirina Arsaxêye ji alîyê civaka navnetewîdane.
Bi tomerîkirina hevdîtinê, Mnasakanyanê wezîr gotîye, wekî agrêsîya Adirbêcanê nava salada hatîye hazirkirinê û ew yek bona berdewama sîyasîya qetlkirina ermenîyên Arsaxêye.Ewî serda zêde kirîye, wekî agrêsîya Adirbêcanê wê awqasî berfire nebûya, heger Tirkîya bi potnsîyala xweye sîyasî û leşkeî-têknîkîva tevî dew û dozê nebûya, usa jî têrorîstên kirêkirî neanîya li zona dew û dozê.Zohrab Mnasakanyan serda zêde kirîye, wekî ev hemû tişt ne tenê bona Arsaxê, lê bona binelîyên temamîya herêmê qezîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button