Sereke

Armên Sargsyanê serok bi seredana xebatêva çûye Bryûsêlê

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan îro bi seredana xebatêva çûye Bryûsêlê.
Wextê seredanê, hevdîtinên Armên Sargsyane tevî katibê NATO-êyî sereke Yêns Stoltênbêrg, wekîlê Yekîtîya Avropaêyî karên der û pirsên sîasîya bêqezîabûnê Jozêp Borêl û serokê Şwêira Avropayê Şarl Mîşêl û nevsên mayîne derecebilind têra hatine dîtinê. Hevdîtin bi însîatîva Sargsyanê serok wê derbaz bibin.
Tevî sîstêmên avropî, serokê Ermenîstanê wê pirsên girêdayî agrêsîya Adrbêcanêye dijî Arsaxê û tevbûna Tirkîayêye tevî wê agrêsîayê gotûbêj bike.
Hîvîyêne, wekî ji alîyê NATO-ê û sîstêmên avropîda hemû tişt wê bên kirinê ku opêrasyonên leşkerîye ji alîyê Adrbêcanê û endama NATO-ê Tirkîayêda bên sekinandinê, bi saya çi mecalê hebe pevketinên bona agirbestê bidine mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button