Sereke

“Bin hukumê tirsêda bûye” :vîdêyoya belavkirî bi rastî jî rast bûye, jina bi navê Eznîv dîl ketîye:qulixdarîya Ermenîstanêye bêqezîyabûnê

Welatîya Ermenîstanê Eznîv Bagdasaryan hevtê cotmehê ji alîyê azêrîyada dîl ketîye.Derheqa wê yekêda ji qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê elam kirine. Hevtê cotmehê nava prêssa azêrîyada vîdêyo belav bibû, kîjanêda leşkerên Adirbêcanêye “gelekî rehme” giva gelekî hêsa û rihet binelîke edil, ya ku li gundekî Arsaxêda mabû, qebûl kirine.Vîdêyoya ku wana çawa şano/têatro/ raber kiribû, nava torên sosîyalîda qalme-qalmeke mezin bilind kiribû, çimkî ewê jinê digote azêrîya :” Hûn bi xêr hatine mala xwe”.Piştî wê yekê behs belav bûn, ku Eznîv Bagdasaryan ermenî nîne û giva ew jin sala 2O19-a nava prêssa azêrîyada hatibû dîyarkirinê.
“Hevtê cotmehê, piştî dîlketinê, wextê hevpeyvîna tevî malpera az.sputniknews.ru-ê /wê jinê ne ku wextê prêss-konfêransê xeberda bû , lê gotarêda dabûne dîyarkirinê/ bin hukumê tirsêda ewê gotîye wekî ew sê roja ser hişê xwe nîbûye. Piştî wê yekê ku giva leşkerên azêrî ew dîtine û giva emirê wê xilaz kirine”,- nava elametîya qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyêda hatîye dîyarkirinê. Serkara bernemên ofîsa xaçê Sorî li Ermenîstanê Zara Amatûnîyê jî sirîya xweda gotîye, wekî wekîlên komîtêya xaçê Sorî navnetewî li cem Eznîv Bagdasaryanê qesidîne. “Wekîlên xaçê Sor nasîya xwe dane qewilên xweykirina wê û mecal dane wê, ku ew malbeta xweva bê girêdanê”,- Amatûnîyê gotîye.Wekîlên xaçê Sor usa jî li Adirbêcnê li cem sê leşkerên dîlketî Arêg Sargsyan,Narêk Amîrcanyan û Albêrt Mîkayêlyan qesidîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button