Sereke

Hejmara leşkerên Adirbêcanêye kuştî dikare bighîje deh hezarî: pêla şikyatkirinê dighîje /vîdêyo/

Bi roja ser hev tu gav nayêne avîtinê, ku cinyazên xwe ji wandera derxin û meriv dikare wê yekê çawa nêzîkî aqila hesabke.Hejmara kuştîyên alîyê azêrîya, usa jî leşkerên tirka û kirêkirîyên ji Sûrîyayê mezine.Adirbêcanê bi dereca dewletê kanîya înformasîyonên derheqa zyana alîyê azêrîyada daye girtinê. Feqet hejmara kuştîya awqas zefe, wekî şerkarîya dijî wê înformasîyayê û veşartina wê îdî dijwar dibe.Bi kifşkirina rojnemevan, nava leşkerên azêrîyaye kuştîda wêneyên gelek pîlota hene. Ew çend deh merivin û derheqa wê yekêda jî alîyê ermenîya îzbat kirîye, ku çawa hêzên ermeîya teyarên dijmin xistine.Wêneyên leşkerên mexsûs jî gelekin.Eskerê Adirbêcanê komên mexsûs dişîne ser xeta pêşin, çimkî ew bawarîya xwe yên mayîn naynin. Nava fermandarada jî gelek kuştî hene.
“Tiştê berbiçev ewe wekî nava cêrga wêneyada ew merivin, yên ku çend roj pêşda vîdêyo belav dikirin, ku giva ew ji cîyên dagirkirî diaxivin û silavên xwe dişînin”,-rojnemevan dibêje.Li Adirbêcanê girêdayî zyana leşkeraye mezinra û veşartina înformasîyayên derheqa wê yekêda pêla şikyatkirinê dighîje.
Li rex vî hemû tiştî nêzîkbûna seroketîya welête nemrivatîye hindava leşkerên kuştî ye, ya hindava cinyazên leşkerên kuştî. Seroketîya Adirbêcanê tu gava navêje, ku cinyazên leşkerên xwe ji wandera bidine derxistinê. Nava kuştîyada usa jî leşkerên tirka û kirêkirîyên ji Sûrîyayê hene.
Tune cinyaz, tune pirsgirêk. Adirbêcan vî hemû tiştî vedişêre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button