Sereke

Çawa tevî Adirbêcanê em bona dîyaloga dîplomatîk hazirin, usa jî tevî Tirkîyayê: serekwezîr

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tabîya Ermenîstanê bîr anîye û gotîye,wekî Ermenîstan hazire tevî Tirkîyayê, bêyî tu qewil- qirara, heleqetîyên dîplomatî bêne îzbatkirinê. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstîanê gotîye, wextê ku “Întêrfaks”-ê pirs daye ku dikare tştekî usa bibe ku heleqetîyên ermenîya-tirka îzbatbin? ” Me her dem jî gotîye,wekî Ermenîstan hazire heleqetîyên dîplomatîk îzbatke, lê bêyî tu qewil-qirarên pêşin.Bêguman, ev bûyar, ev şer nava heleqetîyada sertbûnê zêde dike, lê çawa tevî Adirbêcanê, usa jî tevî Tirkîyayê em bona dîyaloga dîplomatîk hazirin”,-Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button