Sereke

Dew û doza Qerebagê bi xirabkarîyên dijî cimeta ermenî destpê bûye: Pûtîn

Dew û doza li Qerebagê bi xirabkarîyên dijî cimeta ermenî mîyaserkirî destêpê bûye. Derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye.
Ev dew û doz ne ku çawa dew û doza di navbera dewletada, yan jî şerkarîya bona têrîtorîyaye, lê ji berxudana êtnîkî destpê bûye.Mixabin, ev yek ber çevaye, wextê ku li Sûmgaîtê, paşê li Qerebagê, dijî cimeta xirabkarîyên barbarî hatine mîyaserkiinê”,- bi ragîhandina têlêvîzîyona NTV-ê, wextê gotûbêjkirinên li klûba “Valday”-ê serokê Rûsîyayê gotîye.
Pûtîn gotîye,wekî tu kes awqasî hewaskar nîne ku dew û doza Qerebagê bê helkirinê, çiqas Rûsîya hewaskare.
“Bona me eva halekî mexsûse. Koma Mînskê sala 1992-a saz bûye, hemsedirên kîjanêne Rûsîya, Fransîya û ŞAY. Cabdarîya teşkîlkirina şuxulkarîya hevraxberdana li ser meye.Ez bi sed selefî hêvîdarim, wekî hemû tevbûyên şuxulkarîyê bi bêqelpî berbi wê yekê dicedînin, ku pirs bê helkirinê.Feqet, tu kes awqasî hewaskar nîne, çiqas Rûsîya ye”,- serokê Rûsîyayê gotîye.
Bi gotina serokê Rûsîyayê, heger nava 3O-î salîda hevraxeberdana tu encam nedane, ew yek nade kifşê, ku gerekê opêrasîyonên leşkerî destpêkin. Bi gotina Pûtîn, nava pirsgirêka Qerebagêda tabîyên Rûsîyayê yên Tirkîyayêva nagirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button