Sereke

Arsrûn Hovhannîsyan derheqa sîlihbûnêda daye dîyarkirinê

Kêmasî û destanînên eskerê me, alîyên baş yan jî xirab encamên wedene. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye Spûtnîk Armênîyayê.
“Alîyên başe nava eskerda encamên tradîsîyayên nava wedê dirêjda çêbûyîne, bêguman, nava van 2-3 salada jî xebateke mezin hatîye kirinê.Nava du salên dawîda eskerê me bi sîlihên diha nûva hatîye sîlihkirinê, tu cara tiştê usa tunebûye”,- Hovhannsîyan gotîye.
Bi gotina wî nava salada Ermenîstîanê diha hindik sîlih stendine, ne ku Adirbêcanê.Hovhannîsyan gotîye, wekî salên 2O19-2O2O-î esker sîlihên nû dest anîne, lê ew gerekê bêne xebitandinê û ew pirs hêsa nayêne helkirinê.Çawa mînak, ewî gotîye wekî nava wedê kurtda nikarî teyarên SÛ-3O-î tevî komplêksên C-3OO bidî întêgrasîyakirinê.Xêncî wê yekê, Hovhannîsyan gotîye,wekî lazime bîr bînin,wekî li Ermenîstanê tu cara teyarên wî cûreyî tunebûne û nava wê pirsêda jî ya sereke ewe, ku gerekê pîlot hînî wê teyarêbin, sîlihên wê bikaribin bidine xebatê. Bona wê yekê salek-dudu lazime.Bi xeberdana derheqa wê yekêda, ku dewsa 4 teyarên SÛ-3O-î heger 1O MÎG-29 bikirîyana, Hovhannîsyan ew yek çawa tiştekî nerast hesab kir.
“Ew pirseke mayîne, gilî ne tenê derheqa cûrê sîlihekîdaye, lê derheqa helîkoptêra, dirona û paşê îdî teyaradne”,-Hovhannîsyan gotîye.Ewî gotîye,wekî kêmasîya wî cûreyî rûyê fînansada bûye, çimkî teyare bihane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button