Sereke

Emelyetkirina dîlê azêrîyî leşkerî baş derbaz bûye: Şûşan Stêpanyan

Dîlê azêrîyî li Arsaxê Êmîl Baxşalî Zahîroglû emelyet kirine.Înformasîya derheqa wê yekêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûuan Stêpanyanê elam kirîye.
“Duh wextê paşdadayîna êrîşa dijmine li alîyê başûr, leşkerekî azêrîyî birîndarbûyî dîl ketîye û ew paşê ji alîyê doxtirên ermenîda hatîye emelyetkirinê.Ew niha bin kontrola doxtiradane û halê wî çawa yê giran û qewîn tê qîmetkirinê”,-Şûşan Stêpanyanê fêysbûkêda nivîsîye.Duh ştaba Arsaxêye înformasîyon vîdêyo belav kiribû, kîjanêda dîlê leşkerî derheqa pêşezanên leşkerîye ji Tirkîyayê hatî gilî dike, yên ku serkarîyê li agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê dikin.Ew usa jî dibêje ku halê wî başe û dide dîyarkirinê, ku doxtirên Arsaxê baş nêzîkî wî dibin, herroj dîna xwe didine birînên wî û ji nûva girê didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button