Sereke

Hetanî roja îroyîn 37 binelîyên edil li Arsaxê bûne cangorî û 118 jî birîndar bûne:parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Ji 27-ê îlonêda hetanî niha 37 binelîyên Arsaxêye edil bûne cangorî, lê 118 jî birîndar bûne. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnemevana, parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan gotîye.
“Ji birîndara yek hema îşev wextê topbarankirina azêrîyaye li gundê Avêtaranosê birîndar bûye”,- ewî gotîye.
Bêglaryan serda zêde kirîye, wekî bi hesabhildana vîdêyoya li Hadrûtê kişandî, li kîderê du binelîyên sîvîl dikujin, rîska mezin heye, wekî tiştên wî cûreyî dikarin dîsa biqewimin, çimkî hene merivên sîvîl, yên ku bê ser-berate unda bûne.
“Bi hesabhildana wê destnivîsarê ya ku ji alîyê hêzên Adirbêcanêye sîlihkirîda tê xebitandinê, qezîya mezine, wekî ew merivên sîvîl ji alîyê azêrîyada hatine zêrandinê û kuştinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button