Sereke
Dewekarîya naskirina serbestîya Arsaxê, bi dirêjaya temamîya Sênayê meşa edil derbaz bûye /vîdêyo/
Ermenîyên Fransîyayê bi dirêjaya çemê Parîzêyî Sênayê meşa edil mîyaser kirine. Tevbûên meşê, bi alên ermenîye sêrengêva, li merkeza Parîzê, li ser çemê Sênayê, halê li Arsaxê raberî dinîyayê kirine û bang kirine, ku kirinên Adirbêcanêye hindava binelîyên Arsaxêye edil, gunehkar kin.
Ermenîyên Fransîyayê dew kirine ku agrêsîya Adirbêcanêye destpêkirî, ya bi piştgirîya Tirkîyayê, bidine sekinandinê û serbestîya Arsaxê naskin.
Meşên wî cûreîye şikyatkirinê usa jî nêzîkî baylozxanên Adirbêcanê û Tirkîyayêye li Parîzê, usa jî li ber avahîyê parlamênta Fransîyayê derbaz bûne. Berevbûnên edile wî cûreyî usa jî li bajarên Fransîyayêye mayîn hatine derbazkirinê.