Sereke

Wezîrê karên der rastî hemsedirên koma Mînskê hatîye /vîdêyo/

23-ê cotmehê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan, yê ku bi seredana xebatêva li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bû, rastî hemsedirên koma Mînskê Îgor Popov /Rûsîya/, Êndryû Şofêr /ŞAY/, Stêfan Vînskontî /Fransîya/, usa jî wekîlê serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk hatîye.
Tevbûên rasthatinê derheqa halê li zona dew û doza Qerebagê xeberdane.Mnasakanyanê wezîr bi xemnîgî derheqa teribandina pevketina agirbestêye dehê cotmehê û 17-ê cotmehêda daye dîyrkirinê, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda hatine teribandinê û gotîye,wekî xwestinên Adirbêcanêye bo helkirina pirsa dew û dozêye bi rîya leşkerî, bona temamîya herêmê qezîyaye.
Alîya îzbat kirine, ku pevketinên destanî gerekê bêne mîyaserkirinê û ew bi mêxanîzmên vêrîtîkasîyon, îzbatbûna agirbestê xweykin. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku şuxulkarîya hevraxeberdana nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda berdewamkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button