Sereke

Dijmin nêzîkî dergehên Syûnîkê bûye: Arsrûn Hovhannîsyan derheqa xeta pêşinda xeberdaye

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan duh êvarê wextê hevdîtina tevî rojnemevana, gotîye wekî duh şebeqda hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî û komên têrorîsta bi çend alîyava êrîşên befire li alîyê başûr-rojhilatê destpê kirine, lê komên dijminra, nenihêrî açixîyên wan, li hev nehatîye xeta pêşin li alîyê başûr-rojhilatê biqelêşin.
“Dijmin nêzîkî dergehên Syûnîkê bûye, lê hal yê herî xirab nîne. Belê, em paşda vedikişîyan, çimkî emirê meriva bona me giranbihaye. Em li ser tabîya cîhên xwe digrin. Hal girane, lê halê usa nîne ku meriv nikaribe ji wî derkeve. Duh jî, îro jî, hinek cîya em paşda vekişîyane, lê gelek cîya jî me komên dijmine mexsûs mecbûr kirine ku ew birevin.Û ev yek her roj diwekile”, Hovhannîsyan gotîye.
Bi gotina wî, nava mêşên gundên berbi Hadrûtê gera komên dîvêrsîyon hincirandina wan berdewam bûye.Hinek komên dîvêrsîyon avtomaşîne jî hiştine û revîne, lê li çend gunda şer berdewam dibin. Wekîlê wezîreta parastinê usa jî goîtîye, wekî rojekê pêşda dijminra li hev hatîye Kûbatlûyê bikin bin kontrola xwe û bi hinek alîyava pêşda herin. Ewî usa daye kifşê, ku wê îro bi xerîta întêraktîv wan cîha bide kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button