Sereke

Kirêkirîyên ji Sûrîyayê û Pakîstanê, leşkerên ji Tirkîyayê: Ermenîstanê “ew koma piştgirîyê” çawa Bekû nav kirîye

Nava şerê dijî Arsaxê, yê ku ji 27-ê îlonêda destpê bûye û usa jî şerê meha tîrmehêye li Tavûşê, rûyê agrêsîya seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî, li komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê 38 îş hatine vekirinê. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransê, serokê serwêrtîya komîtêa lêpirsînê Rafayêl Vardanyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî ev hemû xirabkarî gîhandine hev û hesab kirine çawa agrêsîya seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî, teribandina normên navnetewîye hûmanîtarî, xebitandina mecal û mêtodên bi peymanên navnetewî qedexekirî, emirkirinên derheqa mîyaserkirina xirabkarîyaye wextê pevçûyînên sîlihkirî.
“Seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî, bi serkarîya fermandarê sereke û serokê dewletê Îham Elîyêv, wezîrê parastinê Zakîr Hesenov û usa jî bi fermandarîya nevsên leşkerîye derecebilinde mayîn, tevî seroketîya Tirkîyayêye leşkerî-sîyasî, tevayî program hazir kirine û agrêsîya mîyaser kirine, ya ku 29-ê tîrmehê destpê bûye, wextê ku li Adirbêcanê tevî Tirkîyayê telîmên leşkerî hatine teşkîlkirinê û mîyasekirinê”,- Vardanyan gotîye. Anegorî îşê vekirî, telîm dehê tebaxê ser hevda hatine, lê hêzên Tirkîyayê li Adirbêcanê mane û 27-ê îlonê dijî Arsaxê agrêsîya destpê kirine.Nîveka meha îlonêda li Adirbêcanê mobîlîzasîya mezin hatîye mîyaserkirinê.
“Leşkerên Tirkîyayêye derecebilind nava eskerda bi xwe dersên leşkerî û hazirkirin mîyaser kirine. 26-ê îlonê pêşîya destpêkirina opêrasîyonên leşkerî, pareskerên Adirbêcanê ji cîhên wane hertimî derxistine û têxnîka leşkerîva tevayî li ser sînorê arsaxîya-azêrîya cîwar kirine. Li hewşên malên gundên azêrîyaye nêzîkî sînor, stansîyayên rokêta û topa cîhwar kirine”,-Vardanyan gotîye. Melûmetî hene wekî hêzên azêrîya têknîka leşkerîye ji Îsrayêlêyê, Tirkîyayê, Çêxîyayê, Bêlarûsê û welatên mayîn anîne. Melûmetîyên usa jî hene, wekî ji Tirkîyayê leşker û usa jî çekdarên kirêkirî cîguhstîî Adirbêcanê kirine. Bi teyarên A4OO-M ji Tirkîyayê, ser Gurcistanêra, nêzîkî hezar leşkerên tirk cîguhastî Adirbêcanê kirine.Wî cûreyî jî çekdarên kirêkirî jî anîne Adirbêcanê. Li alîyê Horadîzê çekdarên ji Sûrîyayê cîhwar kirine û 29-ê îlonê îzbat bûye, wekî nêzîkî 3OO çekdarên kirêkirî tevî opêrasîyonên leşkerî bûne. Ji 3O-ê îlonê hetanî 1-ê cotmehê çekdarên tirkmên jî tevî opêrasîyona bûne, 2-ê cotmehê zelal bûye, wekî kirêkirîyên ji Pakîstanê jî tevî êrîşa dibin. 4-ê cotmehê li Genceyê nêzîkî 3OO leşkerên Tirkîyayê hebûne. Anegorî melûmetîya, ew leşkerên tirka tevî opêrasîyonên li Efrînê û Îdlîbê bûne. 5-ê cotmehê ji Tirkîyayê 4OO leşkerên Tirkîyayê bi kincên sîvîl hatine Adirbêcanê, lê bi kincên sînorxweykirên Adirbêcanê tevî opêrasîyona bûne.Cêrge şedetîyên derheqa wê yekê hene. 27-ê îlonê, hêzên tirka-azêrîya êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê Arsaxê, bi xebitandina topa, avîyasîyayê û dirona destpê kirine. 28-ê îlonê Adirbêcanê usa jî dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê gav avîtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button