Sereke
Li Arsaxê fermandarekî koma têrorîstîye “Fîrqat Al Hemze”-ê hatîye kuştinê
Li Arsaxê, li zona opêrasîyonên leşkerî fermandarekî koma têrorîstîye “Fîrqat Al Hemze”-ê Adil Al Şahîr hatîye kuştinê.Derheqa wê yekêda rûpelekî Twittêrêda, yê girêdayî komeke wanra hatîye dîyarkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî merivekî ji wê komê wedekî dirêj li dîvîzîya “Hemze”-ê qulix kirîye.Van axirîya ew hatibû Arsaxê, li kîderê nava encamên topbarankirinêda hatîye kuştinê.