Sereke
Niha şerên cîh li hinek beşên xeta pêşin dibin:eskerê parastinê
Îşev li zona dew û doza arsaxîya-azêrîya halê qewîn û sincirî hatîye xweykirinê. Li cîhên cuda topbaran mîyaser kirine.Êvarê hêzên dijmin bi aktîvî diron dane xebatê, beşeke kîjana ji alîyê eskerê Arsaxêye parastinêda hatîye lêxistinê. Dijmin dîsa topbarankirina gunda berdewam kirîye û bi taybetî bajarê Martûnîyê, Martakêrtê û gundên nehîya Askêranê dane ber topa. Niha şerên cîh li hinek alîyên xeta pêşenîyê diqewimin. Pareskerên Arsaxê pirsên pêşîya xwe danî hel dikin û hal bin kontrorlêda xweyî dikin.