Sereke

Bajarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Glêndêlê serbestîya Komara Arsaxê nas kirîye

Bajarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Glêndêlê serbestîya Komara Arsaxê nas kirîye. Derheqa wê yekêda malpera fêysbûkêda, ya ofîsa data Ermenîye li Glêndêlê hatîye nivîsarê. Seroketîya bajêr bang dike, ku învêstîsîyayên bajêre li Adirbêcanê û Tirkîyayê ji ortê bidine hildanê. Pêşda zelal bibû, wekî rêzolyûsîya serokbajarê Glêndêlê Vrêj Agacanyan şêwira bajêrda hatîye raberkirinê, ya bona naskirina serbestîya Arsaxê.
“Komara Arsaxê dewleta aza, serbixwe, ya li ser prînsîpên mafên navnetewî ye. Ji 27-ê îlona sala 2O2O-da hetanî niha li Arsaxê û li Ermenîstanê mekteb, nexweşxane, dêr û mal ji alîyê Tirkîyayê û Adirbêcanêda tên êrîşkirinê, armanca kîjana ewe, ku komkujîyê berdewamkin”,- rêzolyûsîyayêda hatîye dîyarkirinê. Ew usa jî bangî serokê ŞAY û Kongrêsê dike, ku serbestîya Arsaxê naskin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button