Sereke

Hukumata ku we bijartîye ji rêya serkeftinê nexalifîye û wê nexalife:Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan berbirî cimeta ermenî bûye, derheqa halê li Arsaxê û kirinên pêşerojêda xeberdaye.Bi gotina wî, seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî awqas gelekî cimeta xwe bi behsên derheqa serkeftinêda daye xwerinê, wekî ew her deqe hîvîya behsa derheqa serkeftina dawîdanin, lê civaka Adirbêcanê wê ewê behsê nestîne.
“Eva îdî meheke, ku hêzên tirka-azêrîya û têrorîst dijî Arsaxê û ermenîya şer dikin. Nava vî wedeyîda bi hezara top, rokêt, diron li ser binelîyên sîvîl û eskerê Arsaxê hatine barandinê. Dijmin bi tanka, teyara, helîkoptêra, kirêkirîya, têrorîsta, leşkerên tirk û yên Pakîstanêye mexsûsva êrîş kirîye. Îro Arsax birîndare, lê bi saya eskerê meyî mêrxas sekinîye”,-serekwezîr gotîye. Bi gotina wî, pêwîste, ku hêzên miletîyê berevbin û bêyî gotûbêjkirina, emirkirina hazirbin.
“Ez zanim, wekî axaftina min ya duh fikirên wekî mayîn pêşda anîne. Ez bona wê yekê şame.Meremê axaftina min ew bû, ku nîşanî civaka navnetewî bidim, ku civaka me bona şerkarîya boy Arsaxê hazire. Ez dixwezim bo bersivên we razalixîyê elam kim.Ênêrgîya ku ji axaftina min, ya duh pêşda hatîye, gerekê niha boy Arsaxê bê xebitandinê”,-Paşînyan gotîye.
Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî mecalên me sînorkirî nînin, sîlihên eskerê Arsaxêye parastinê têrê dikin, bo ku pirsên pêşîya xwe danî helkin. “Dinîyayêda gelek dijminên me hene, lê usa jî dostên me hene”,- ewî gotîye. Bi gotina Paşînyan nava vî wedeyîda femdarîya derheqa dew û doza Qerebagêda li dinîyayê hatîye guhartinê. “Bi saya xebata meye dîplomatîye rast, dinîya zane wekî Adirbêcan û Tirkîya nava vî şerîda alîyê agrêsorin û dinîya zane, ku dijî Arsaxê têrorîst şer dikin. Ew yek ku Adirbêcan bona berhevdaxustina hazir nîne, şerkarîya me dide lêgîtîmîsîyakirinê, ya bo mafên me û azaya me. Werin em pevkevin ku emê ji tu tiştî netirsin û emê ji şaşîyên xwe gumanbir nebin. Bizanibin wekî hukumata ku we bijartîye, tu cara ji rêya serkeftinê nelxaifîye û wê nexalife”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button