Sereke

Komeke kirêkirîyaye nû gihîştîye Adirbêcanê: Tirkîya bi dijwarî wana berev dike

Komeke nû, ya ji 3OO merivî, ya têrorîstên ji Sûrîyayê, gihîştîye Adirbêcanê, ku tevî şerê dijî Qerebagê bibe. Derheqa wê yekêda merkeza Sûrîyayêye monîtorînga mafê mêriv elam kirîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî hejmara çekdarên ku ji alîyê Adirêbacên dijî Arsaxê şer dikin, here kêm 235O-î meriv e. Ji wana 215 meriv hatine kuştinê, 32O jî paşda vegerîyane, bi wî qewilî ku pera paşda vegerînin. Merkezê daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya niha bi dijwarî kirêkirîya berev dike, çimkî piranîya wan naxwezin herine Qerebagê. Menîya wê yekê ewe ku gelek tên kuştinê û xêncî wê yekê kirêkirî teze pê dihesin ku azêrî sunî nînin, lê şîyane. Anegorî hinek melûmetîya, van rojên dawî 29 kirêkirî hatine kuştinê, ji kîjana cinyazên 15-a îdî gîhandine Sûrîyayê. Ji meha îlonêda hetanî niha, 217 çekdar hatine kuştinê, ji kîjana cinyazên 138-a teslîmî malbetên wan kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button