Sereke

Ermenîstan û Arsax ne ku bi mêvandarî qebûl dikin, lê dijî wan têrorîsta şer dikin :Anna Nagdalyan

Tirkîya îdî nikare wê yekê veşêr, ku cîhadîsta ji Sûrîyayê û Lîbîyayê cîguhastî li herêma Qafqasîya Başûr dike, careke mayîn derewa eşkere dike û bi gunehkarkirinên provoksîyon pêşda tê, ku civaka navnetewî bike nava şaşîyê.
“Gotinên wezîreta Tirkîyayêye parastinê, ku giva kirêkirîyên bîyanî piştgirîyê didine Ermenîstanê û Arsaxê, bêqedirbûna seroketîya Tirkîyayêye leşkerî- sîyasî didine kifşê”,- berdewka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê rûpelê fêysbûkêda nivîsîye.
“Alîyê ermenî bona wê yekê pêşda tê, ku teşkîletên têrorîstîye navnetewî ji Qafqasîya Başûr bêne derxistinê. Em wê yekê gunehkar dikin, ku Tirkîya û Adirbêcan sponsorîya têrorîzma navnetewî dikin û dicêrbînin vê herêmê bikine merkeza têrorîzmê.Ermenîstan û Arsax, himberî herdu welatên cînar ne ku bi mêvandarî qebûl dikin, lê şerkarîyê dijî têorîsta dikin”,-Nagdalyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button