Sereke

Fikirên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêve derheqa zyana alîyê ermenîya û alîyê azêrîya ne anegorî rastîyêne

Wextê hevpeyvîna tevî İnterfax-ê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kiribû, wekî bi fikira wan hetanî niha alîyê ermenîya ji 5OOO-î zêdetir meriv unda kirine. Bi xeberdna derheqa zyana eskerê azêrîyada, ewî gotîye wekî nava eskerên ermenîda gelek bûne cangorî.Em elam dikin, wekî gotinên serokê Adirbêcanê ne anegorî rastîyêne.Himberî hukumata Adirbêcanê, ya ku zyana xweye leşkerî eşkere nake, menîyê digre, ku ew yek giva sura leşkerîye, alîyê ermenî herroj derheqa zyana xweda elam dike. Niha me 1O65 leşker unda kirine”,-nava înformasîya merkeza înformasîyonda hatîye dîyarkirinê.Ew yek jî ne anegor rastîyêye ku hejmara leşkerên Adirbêcanê diha hindike, ne ku yên alîyên ermenî.
“Wezîreta Ermenîstanêye parastinê usa jî zyana Adirbêcanêye têknîkî û meriva belav dike.Angorî melûetîyên dawî, Adirbêcanê 6749 leşker unda kirine”,-nava înformasîyayêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button