Sereke

Dijmin piştî nîvê şevê cêribandîye êrîşên nû mîyaserke, yên ku hatine sekinandinê: eskerê parastinê

Wezîreta Arsaxêye parastinê halê şeva derbazbûyî daye tomerîkirinê.
“Temamîya şevê, pareskerên Arsaxê opêrasîyonên cesûsî û yên tunekirinê derbaz kirine, bi saya kîjana gelek sîlihên dijmin û hêza meriva hatine tunekirinê”,- nava elametîya wezîreta Arsaxêye parastinêda hatîye gotinê. Piştî nîvê şevê, hêzên dijmin cêribandine li başûr-rojhilatê êrîşa mîyaserke, lê ew ji alîyê eskerê parastinêda hatine sekinandinê. Cêribandina wî cûreyî usa jî li beşa alîyê bakûr hatîye kirinê û ew jî hatîye sekinandinê. Li vir jî dijmin zyaneke mezin ketîye.Dijmin usa jî cîh û warên binelîyên edil kirine hedef.Niha opêrasîyonên tunekirina komên dijmin berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button