Sereke

Îro li Jnêvê wê hevdîtina hemsedirên koma Mînskê û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan derbazbe:berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyanê îro bi seredana xebatêva here Jnêvê li kîderê wê rastî hemsedirên koma Mînskê bê.Pêşda hatibû elamkirinê,wekî 29-ê cotmehê li Jnêvê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan, wezîrê Adirbêcanêyî karên Cêyhûn Bayramov û hemsedirên koma Mînskê derbaz bûya.Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê elam kirîye. Çawa bersiva wê pirsê ku bona çi hevdîtin hatîye paşdaêxistinê, Anna Nagdalyanê gotîye,wekî guhastin halê pêşdahatî û menîyên logîstîkva girêdaîye.
“Çi ku derheqa rojevêdane, ez bêjim, wekî me gelek cara daye dîyarkirinê, wekî pirsa pêşin sekinandina agire, ya anegorî pevketinên dehê cotmehê. Bona me pirsa ewlin îzbatkirina rêjîma agirbstê ye û qewînkirina wane bi mêxanîzmên vîrîfîkasyîon e. Û hema dora vê rojevê em diçine Jnêvê”,-berdevka wezîreta karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button