Sereke

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî xêncî topên kasêta, usa jî sîlihê bi fosforê didine xebatê: wezîreta Arsaxêye karên der

Em bi cûrê berk wê yekê gunehkar dikin, wekî wextê agrêsîya 27-ê îlonê destpêkirî, ya dijî Komara Arsaxê, ji alîyê Adirbêcanêda mêtodên qedexekirî tên xebitandinê. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Arsaxêye karên derda hatîye gotinê.
Bi taybetî, xêncî topên kasêta, hêzên azêrîya destpê kirine sîlihê bi fosforê li Arsaxê bidine xebatê, ew jî nava wan mêşada, li kîderê binelîyên gunda xwe ji komên dîvêrsîyon vedişêrin.
Bekûya resmî dibêje, ku giva hêzên Adirbêcanê tenê obyêktên leşkerî dixin, lê bi rastî ew dijî bineîyên Arsaxêye edil wan sîliha didine xebatê.Berî her tiştî, lazime ku înkarkirina rêjîma agirbesta hûmanîtarîye ji alîyê Adirbêcanêd hesab hildin, çimkî nesekinandina opêrasîyonên leşkerî îzinê dide seroketîya Bekbûyê, ku têrorê hindava binelîyên Arsaxêye sîvîl berdewamkin.Hema bi wî meremî alîyê azêrîya sîlihên qedexekirî dide xebatê, avayên binelîyên sîvîl, nexweşxana dike hedef û bi wî cûreyî armanca tunekirina binelîyên Arsaxêye sîvîl û deranîna wane ji Arsaxê danîye pêşîya xwe.
3O-î sal pêşda cimeta Arsaxê rîya serbestîyê bijartîye bona ku xwe ji sîyasîya Adirbêcanêye tunekirinê biparêze.Em hêvîdarin, wekî naskirina Komara Arsaxêye ji alîyê civaka navnetewîda wê bibe mecala sekinandina xirabkarîyên dijî merivatîyê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button