Sereke

Duakirina rêberê Arsaxêyî ruhanî: wêneyê rojê

Şikilkêşê ajansa RÎA Novostîyê Îlîya Pîtalyêv li cîhên Stêpanakêrtêye xweveşartinê qesidîye, li kîderê binelîyên edil xwe ji topbarankirinên azêrîya vedişêrin.Li cîhekî ew rastî pêşîkêşê dêra Arsaxê Pargêv Martîrosyan hatîye û wêneyê wî kişandîye. Ji wênekî tê kifşê, wekî Pargêv Martîrosyan nizane ku wêneyê wî dikişînin. Li piş wî bi torba eşîyayên leşkerî tên kifşê. Ew li ser kursîyê reş rûniştîye, pêşîya wî kursîkî mayîn e, li ser kîjanî ewî destên xwe danîne. Ewî serê xwe danîye li ser destên xwe û tê bêjî dua dike. Blogêr wî resmî belav dikin û dinivîsin: “Xwedêyê min, alî bike”, “Bila dua bighîjine cîh”, û gotinên mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button