Sereke

Ermenîstanê îsal tevî lehca stiranbêjîyêye “Avrovîzîyona zaroka” nebe

Weşandara Ermenîstanêye miletîyê elam kirîye,wekî Ermenîstanê îsal tevî lehca stiranbêjîyêye “Avrovîzîyona zaroka” nebe.Derheqa wê yekêda rûpelê “Avrovîzîyonê” elam kirîye.
Rûyê dew û doza ku li Qerebagê berdewam dibe, weşandarê li herêmê nikare hazirîyên xweye bona weşanê ser hevda bîne.
Niha 12 welat wê tevî lehcêbin û ewê 29-ê mijdara sala 2O2O-î ji Polonîyayê bê weşandinê.
“Ermenîstan tevbûyeke lehca “Avrovîzîyona zaroka”-e ya açixe, ya ku tevî 13 lehca bûye û her dem ketîye nava deh welatên here baş.Em menîyên wê yekê fem dikin û ew yek gelekî xirabe û emê bîra wan bikin. Em hêvîdarin, wekî emê sala 2O21-ê wana silavkin”,-serokê projeyê Martîn Ostêrdal gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button