Sereke

Parêzerê mafên mêriv: şedetîyên derheqa paqijkirinên êtnîkîye dijî ermenîyên Arsaxê, yên ku ji alîyê Bekûyêda tên mîyaserkirinê, şandine Organîzeya Netewên Yekbûyî û mehkema Avropayêye mafên mêriv

Şedetîyên derheqa paqijkirinên êtnîkîye dijî ermenîyên Arsaxê, yên ku ji alîyê Bekûyêda tên mîyaserkirinê, şandine Organîzeya Netewên Yekbûyî, mehkema Avropaêye mafên mêriv û teşkîletên navnetewîye mayîn.Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan li parlamêntê gotîye. Bi gotina wî, girîng e bê dîyarkirinê, wekî bi dereca sîyasîye bilind piştgirîyê didine wê yekê.
“Hene şedetî, wekî têrorîstên kirêkirî, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda tên xebitandinê, hazirin kirinên xwe usa jî li welatên mayîn berdewam bikin. Vîdêyokêda çekdarek li rex sîliha sekinîye û dibêje: “Mixabin, sîlihên vî cûreyî li Sûrîyayê li cem me tunebûn, meyê ev sîlih tevî xwe bibirana””,- Tatoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button