Sereke

Anegorî gotinên kirêkirîyên ji Sûrîyayê, Adirbêcanê bona tirsê dermanê heb li ser çekdara pareve kirîye

Anegorî gotinên du çekdarên kirêkirîye ji Sûrîyayê, yên ku li Ermenîstanê girtîne, hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî dermanên heb dijî tirsê, wextê opêrasîyonên leşkerîye dijî Arsaxê, pareveyî ser çekdara kirine.Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa 5-ê mijdarê, serkarê îdara komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê Rafayêl Vardanyan gotîye.
“Ew xwe mikur nehatine ku bi xwe derman dane xebatê, lê şedetî dane wekî ewên ku ditirsîyan derman dane xebatê, çimkî ji alîyê serkarê wanda û hêzên Adirbêcanêye sîlihkirîda hatîye gotinê ku derman hene, yên ku dijî tirsê ne. Van herdu çekdara dîtine, ku leşkerê hêzên Adirbêcanê hebên anegor pareveyî ser kirêkirîya kirine.Herdu kirêkirîyên girtî jî dibêjin, wekî dermanê usa hatine parevekirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî ji wana analîz hatine hildanê bo ku lêkolîn bikin ku wana ew derman dane xebatê, yan na.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button