Sereke

Cangorîk û du birîndar: Tatoyan raporta xwe derheqa gundê Davît Bêkê û Agarakêda belav kirîye

Rûyê êrîşên hêzên Adirbêcanêye sîlihkirîda, yên berbi gundên qeza Syûnîkêye Davît Bêkê û Agarakê, merivekî sîvîl bûye cangorî , lê dudu jî birîndar bûne.Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan raporta xwe derheqa wê yekêda belav kirîye. “Rûyê êrîşên azêrîyada zyana 38 avahîyên jîyînê, du avahîyên heywanetxweykirinê, 2O dewar, pênc mecalên transportê gihîştîye wan herdu gunda.Kevirên megberên gund jî zyanê ketine.Li gundê Agarakê jî dîsa zyana mezin heye”,-nava raportêda hatîye dîyarkirinê.Nava encamên gotûbêjkirina û berevkirina înformasîyada hatîye îzbatkirinê, wekî êrîşên hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî bona binelîyên edil qezîyayê raber dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button