Sereke

Cinyazên leşkerên ermenîye ku cîguhastî Ermenîstanê kirine parçekirî bûne:komîtêya lêpirsînê

Nava 29 cinyazên leşkerên ermenîye ku cîguhastî Ermenîstanê kirine cinyazên parçekirî hebûne.Derheqa wê yekêda serwêrê serwêrtîya komîtêya lêpirsînê Rafayêl Vardanyan gotîye Spûtnîk Armênîyayê.
“Niha melûmetîyên derheqa lênihêrndina pêşinda li cem me hene û me lêpirsîna doxtirîyê kifş kirîye. Bi nihêrandina ji der va tê kifşê, wekî cinyazên parçekirî hene”,- ewî gotîye.
Bi rastî menîya wê yekê çi bûye û gelo ew parçekirin encamên zêrandina ne, wekîlê organa lêpirsînê soz daye ku piştî lêkolîna doxtirîyê bi fermî derheqa wê yekêda ewe êlam bike.Vardanyan usa jî elam kirîye, wekî ji wan 29 cinyazên ku anîne Ermenîstanê tenê çar cinyaz ji alîyê malbetên wanda hatine naskirinê.Ev şuxulkarî hê berdewam dibe.
Rafayêl Vardanyan gotîye,wekî ew bi xwe usa jî tevî lêkolînên xirabkarîyên şerê sala 2O16-ye meha nîsanê bûye û daye dîyarkirinê, wekî destnivîsara agrêsora vê carê diha gelekî bi barbarî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button