Sereke

Elîêv eşkere derew kirîye, elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên der tevlîhev kirîye

Wextê hevpeyvîna tevî ajansa îspanîye EFE-ê, Elîêv eşkere derew kirîye û elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên der tevlîhev kirîye.Elîêv gotîye, ku wezîreta Fêdêrasîya Rûsîyayê nava elametîya xweda daye dîyarkirinê, wekî şer nava axa Komara Adirbêcanêda diqewime, lê wezîretê usa negotîye.
Bi xeberdana derheqa nama serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serokê Adirbêcanê gotîye,wekî wî ra eyan e, ku Rûsîyayê hîvîkirina Ermenîstanê înkar kirîye û gotîye,wekî şer li ser axa Adirbêcanê diqewime.
Bona eşkerekirina derewa serokê Adirbêcanê, meriv gerekê elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên der bixwîne:
“Çawa bersiva nama serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, gerekê şêwirdarîya derbaz bikin, bona qirarkirina cûrên piştgirîyê, kîjana Fêdêrasîya Rûsîyayê dikare bide Komara Ermenîstanê, bi meremê çareserkirina bêqezîyabûnê.Em derheqa borcdarîyên Rûsîyayêye tifaqdarîyêye hindava Ermenîstanê da îzbat dikin, nava wanda peymana sala 1997-ye 29-ê tebaxê îmzekirî, kîjanêda cêrge xalada hatîye dîyarkirinê ku gavên konkrêt bêne avîtinê, wextê ku dijî têrîtorîyayên dualî qezîya êrîşa sîlihkirî, yan jî agrêsîya, heye.Anegorî peymanê, Rûsîyayê temamîya piştgirîya pêwîst bide Yêrêvanê, heger pevçûyîn cîguhastî li Ermenîstanê bibin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda tu xebereke usa tune, ku pevçûyîn li ser axa Adirbêcanê diqewimin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button