H’emû nûçeSereke

Rojên derbasbûyî wê çawa rojên parastina Şûşîyê bikevine nava dîroka ermenî

Eva serê du roja ye ku şerên dora Şûşîyê nasekinin. Duh û îro, şeva derbasbûyî şerên întênsîv li nêzîkî gundên dora Şûşîyê qewimîne. Derheqa wê yekêda, duh, wextê brîfîngê, wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.

Bi gotina wî, eger 8-ê gulana sala 1992-a nava dîroka ermenîda çawa roja azadkirina Şûşîyê tê kifşkirinê, lê ev rojên dawî nava dîroka ermenîda wê çawa rojên parastina Şûşîyê bên kifşkirinê.

“Opêrasyona tunekirina komên dijmine dîvêrsyon, ya bi sernavê “gorbigor”, bi açixî derbas dibe. Îro, artîlêrîya û leşkerên me tiştên ecêb kirine”,- Hovhannîsyan gotîye û serda zêde kirîye ku li ser rêya berbi Şûşîyê bi deha cinyazên dijmin mane.

Hovhannîsyan daye dîyarkirinê, wekî niha jî ew şer berdewam dibin, lê qewata wan gelekî zeyîf bûye. Bi aktîvî tevî wan şera bûne usa jî binelîyên cîh. “Îro roja parastina Şûşîyê bû. Şûşî ya me ye, Şûşî wê nekeve”,- Hovhannîyan gotîye û daye bawarkirinê, wekî eskerê ermenî wê heya dawîyê şer bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button