Sereke

Halê tomerî meriv dikare çawa yê baş qîmetke, lê şer berdewam e

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan elam kirîye, wekî hal dîsa sert dimîne, şer întênsîv bûne.
“Duh temamîya şev û îro temamîya rojê li hemû alîyên pêşenîyê şer qewimîne. Li alîyê bakûr hêzên dijmin bi topbarankirinê cêribandine tabîyên me êrîşkin, lê zyanê ketine û hatine paşda avîtinê. Duh li alîyê Martûnîyê, eskerê mera li hev hatîye dijmin paşda biavêjin heya tabîyên wan”,-Hovhannîsyan gotîye.
Bi gotina Arsrûn Hovhannîsyan, nava bajarê Şûşîyê û li rex wê, bin sûrên bajêrda, li ser rîya, yên ku dibin berbi Şûşîyê, temamîya rojê şerên gur qewimîne.
“Li alîyê Bêrzorê jî şer gur bûye. Dijmin çend cara cêribandîye parastinê biqelêşe û derkeve Bêrzorê, lê zyanê ketîye û paşda revîne”,-Hovhannîsyan gotîye.
Bi tomerî hildayî hal başe, lê şer berdewam e”,- Hovhannîsyan gotîye û bîr anîye, wekî sê-çar roja ser hev şer şev û roj berdewam dibin.
“Eskerê mera li hev tê îzinê nedin dijmin, ku ew bighîje açixîya”,-Hovhannîsyan gotîye.
“Emê hîvîya bidawîbûna şerê Şûşîyê bin,ez gumanim, wekî eskerê me wê bi rûmet şer ser hevda bîne û emê ser bikevin”,-wekîlê wezîreta parastinê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button