Sereke

Elîêv cêribandina înkarkirina rastîyê dike:wezîreta Ermenîstanêye karên der hevpeyvîna wî şirove kirîye

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîêve wextê hevpeyvîna tevî ajansa BBC-ê şirove kirîye.
Bi gotina wê, vê hevpeyvînêda Îlham Elîêv îzbat dike, wekî ew nikare hedefkirina gund û bajarên sîvîl afûke, derheqa kîjanda prêssa navnetewî û teşkîletên mafên navnetewî bi şedetîya îzbat kirine.
“Bi femkirina wê yekê,wekî zû yan jî dereng ewê cabdarîyê bona xirabkarîyên wextê şêr myîaserkirî bikişîne, Îlham Elîêv cêribandîye rastîyê înkarke û wê rastîyê çawa “besên nerast” nav bike”,- Nagdalyanê gotîye.
Tên dîyarkirinê,wekî ev elametîya Îlham Elîêve dijî merivatîyê, ya ku ew li ser fona hedefkirina binelîyên sîvîl tê kirinê, careke mayîn jî tê kifşê, wekî cimeta Arsaxê nikare bin serkarîkirina Adirbêcanêdabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button