Sereke

“Bi pera ewê paqij nebin”: pêşezanê rûsî leşkerî derheqa helîkoptêra lêxistîda

Helîkoptêra rûsîye MÎ-24 nava têrîtorîya Ermenîstanêda ji alîyê hêzên Adirbêcanêda bi şaşî nîbûye û Moskva gerekê bersiveke hişk bide.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîk Armênîyayê pêşezanê rûsî leşkerî Alêksêy Lêonkov gotîye.Ew li ser wê fikirêye,wekî helîkoptêr bi şaşî nehatîye lêxistinê.Komplêsa rokêta bona lêxistinê pêşda îdî hazir bûye, usa jî temaşevan, yên ku şikilê vê bûyarê kişandine û belav kirine.
“Li piş Adirbêcanê Tirkîya bi sîstêma xweye cesûsîyêva sekinîye, ya ku endama NATO-ye û mecalên wêye cesûsîye başqe jî hene, usaye wana ji Gumirîyê dîna xwe daye helîkoptêrê û zanibûne wekî cêrga leşkerî wê ji cî bileqe, rêberîya kîjanê dikir ew helîkoptêr.Eva provokasîya progiramkirîye, rûyê çida pîlotên rûs wefat bûn.Şirovekirineke başqe nikare hebe”,- ewî gotîye.
Pêşezan bîr anîye,wekî Adirbêcan endama NATO-ê nîne û Rûsîya dikare wêra diha hişkbe ne ku tevî Tirkîyayê, ya ku li Sûrîyayê teyara rûsîye SÛ-24-ê xistibû. Bi gotina wî, derheqa kompênsasîyayêda xeberdan nikare hebe.
Ewê bi pera paqij nebin.Ew progirama plankirî bû”,-Lêonkov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button